AFAD: Li 5 avahiyan xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin
AFADê ragihand ku piştî erdheja di mezinahîya 5,6an a li Meletiyê pêk hat de 25 agahî hatin girtin û heta niha 3 kes birîndar bûne.
Di daxuyaniya AFADê de weha hat gotin:
"Piştî erdheja li Meletiyê Yeşîlyurtê 25 teblîx hatin girtin û ekîbên me bi lez û bez sewqî herêmê hatin kirin. Li gor agahiyên dawî xebatên lêgerîn û xelaskirinê li 5 avahiyan dewam dikin û 3 welatiyên me birîndar bûn. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê dewam dikin." "