• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Bakur û Rojava alîkarî daye 180 hezar kesî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyaniya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de hat destnîşankirin, tîmên wan di 15 rojan de zêdetirî 84 hezar daneyên xwarinên germ, 43 hezar betanî, doşek û balîf, 45 hezar set ava vexwarinê, 19 hezar pakêtên xwarinê, 20 hezar xwarinên fast food, 4 hezar test û dermankirin, 9 hezar sobe, 6 hezar çilûberg, 3215 kon, 8 hezar qutiyên şîr û pêwîstiyên zarokan belav kirine.

Di berdewama daxuyanîa ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin,  tevahiya alîkariyên ku li herêmên erdhejan hatine belavkirin li Dîlokê 35 hezar û 440 kesan, li Semsûrê 23 hezar û 445 kesan, li Rihayê 9 hezar û 70 kesan, li Edeneyê 9 hezar kesan, li Diyarbekirê 29 hezar kesan, li Mereşê 44 hezar û 580 kesan, li Efrînê 22 hezar û 656 kesan ji alîkariyên curbicur sûd wergirtine.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir