Li Cezayîrê otobûs qeza kir: 9 mirî, 20 birîndar
Li Cezayîrê di encama qezaya ku otobûsa rêwiyan ji zinarekê ket xwarê de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya Serokatiya Parastina Sivîl a Cezayîrê da hat diyarkirin ku li bajarê Buveyra yê li başûrrojhilatê paytext Cezayîrê otobuseke rêwiyan ji zinarekî 150 metre bilind ketiye xwarê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di qezaya ku li bajaroka El-Esnam a bajara Buweyra pêk hat de 9 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku xebatên li cihê bûyerê hêna jî didomin. (ÎLKHA)