Serokomar Erdogan bi Serokomarê Fransayê Macron re hevdîtin kir
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re bi vîdeokonferansê hevdîtinek pêk anî.
Serokomarê Fransayê Macron di hevdîtinê de daxwazên xwe yên ji ber erdhejên li Tirkiyeyê "zû baş bibe" anî ziman.
Serokomar Erdogan jî ji ber piştgirî û hevgirtina ku di vê pêvajoyê da hat nîşandan spasiya Fransayê kir.
Di hevdîtinê de mijarên têkildarî têkiliyên Tirkiye û Fransayê jî hatin gotûbêjkirin. (ÎLKHA)