• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Herêma Kurdistanê heta niha zêdetirî 5 hezar birîndarên erdhejên li Tirkiye û Sûriyê derman kirine
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Derbarê vê mijarê de Ofîsa Ragihandin û Medya ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Tevahiya nivîsa daxuyaniyê:

“Armanca tîma rizgarkirinê di 6ê Sibata 2023an de ji bo rizgarkirina birîndar û mexdûrên erdhejê ku ji 82 bijîjk, xebatkarên tenduristiyê û xwecihî pêk dihat bi rêya 35 ambûlans, 4 nexweşxaneyên gerok û çend kamyon û pêwîst çûn herêmên ziyan dîtin 24 saetan derman û dermankirina lezgîn ji birîndar û qurbaniyan re pêşkêş kirin û zêdetirî 5 hezar welatiyan derman kirin.

Serokê tîma tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr Raad Necmeddîn ji malpera fermî ya hikûmetê re behsa armanca çûna Rojava û Bakurê Kurdistanê kir.

“Em bi rêya ekîbên xwe yên wezîfedarkirî ji bo kesên birîndar û mexdûrên erdhejê di zûtirîn demê de xilas bikin û bi kordîneya bi ajansa (AFAD) re em li welatiyên ku di bin xirbeyên avahiyên hilweşiyayî de asê mane geriyan.Tîma Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarokê Islahiya yê ser bi Dîlokê li Bakurê Kurdistanê, xebatê xwe didomand ji bo xelas kirina ew kesên ku di bin xanîyan de asê mane.”

Serokê tîma hawarçûnên tendirustî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo agahdarkirina zêdetir li ser erk û xebatên xwe yên di vê kampaniyê de, got ku wek tîmeke Wezareta Tendirustiyê, Wezareta Navxwe û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yekem tîm bûn ku gihîştin Herêmê û got, "Me çareseriya pizîşkî ya seretayî pêşkêşî zêdetirî 5,000 welatiyên nexweş kir û zêdetirî 70 term û bi dehan welatî ji bin avahiyan rizgar kirin,"

Roja 6ê Sibata 2023ê du erdhejên bi mezinahiya 7.7 û 7.6 rîxterê li çend parêzgeh, bajar û navçeyên Bakur û Rojavayê Kurdistanê rû dan. Piştî erdhejê li ser pêşniyara Serokwezîr Wezareta Tenduristiyê, Wezareta Karên Navxweyî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo herêmên ku zirar dîtine hatin wezîfedarkirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir