• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Bi hezaran Filistînî şehîdên Nablusê birê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku di êrîşa îşxalkeran ku li Nablusê kirin de 10 kesan şehîd bûn, 5 jê giran 102 kesan jî birîndar bûn.

Ji bo Filistînîyên ku hatine qetilkirin bi tevî beşdarbûna bi hezaran kesan bernameya cenazeyê hat tertîpkirin.

Qelebalixîya ku li ber Nexweşxaneya Raîfîdayê dest pê kir, ji bona ku her şehîdek bê definkirin ji Daîreya Şehîdan re hatin neqilkirin.

Şehîdan, berîya ku werin definkirin bi tevî beşdarbûna malbatên wan yên ku di kampên Akar, Balata û Bajara Kevn de dimînin hatin birêkirin.

Di bernameya ku dayîkên şehîdan jî beşdarî bûn de bi hezaran kesan banga heyfgirtinê kirin. Xelk qala qehremanîya şehîdan kirin û ji komên berxwedanê yên çekdar re banga çalakîyan kirin.

Komên berxwedanê, ji bo şehîdan roja Pêncşemê grev û şîneke ber fireh îlan kirin.

Rejîma îşxalker li Nablusê 10 Filistînîyan şehîd kir, bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan ji serê salê vir ve derket 61 kesan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir