Zêdetirî 200 zarok hene ku hêj nasnameyên wan nehatine tespîtkirin
Hat ragihandin zêdetirî 200 zarok hene ku hêj nasnameyên wan nehatine tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Derya Yanik ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Yanik di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, ji 1788 zarokan tevde 1225 zarok ji dê û bavên wan re hat teslîmkirin. Yanik dûre wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Lê belê zêdetirî 200 zarok hene ku hêj nasnameyên wan nehatine tespîtkirin.Em ji nêz ve bi zarokan re eleqeder dibin. ”(ÎLKHA)