• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Kurtaranê Serokê Kerwana Hêvîyê xebatên ku li Semsûrê tên kirin nirxand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cengîz Kurtaranê Serokê Weqfa Kerwana Hêvîyê  derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref weqfa wan ve li Semsûrê tên kirin de nirxandinan kir.

Kurtaran di nirxandina ku kir de destnîşan kir, ji ser erdhejê 14 roj derbas bûn û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Çawa ku erdhej çêbû, dildar û endamên weqfa me hatin vê derê. Hemd ji Xwedê re ji roja ewil ve li vê derê xwarina germ tê çêkirin. A niha li vê derê em rojane ji 30 hezar kesî  re xwarin çêdikin. Nexasim bi koordînatorîya ku em li vê derê dikin, em îxtîyacan yek bi yek tespît dikin û diçin bi hewara erdhejzedeyan. Niha li Semsûrê 4 navçe û zêdetirî 400 gund hene. Em bi muxtaran re dikevin pêwendîyê û îxtîyacan tespît dikin û ekîbên xwe dişînin bi hewara wan ve.  Xebatên me bênavber berdewam dikin.  Li vê derê birayên me yên ku ji derveyî welêt jî hatine hene. Li vê derê piştevanîyeke baş heye.  Em pêkve hewl didin birînê birayên xwe derman bikin.  Em cardin ji Xwedê ji wan kesên ku wefat kirine rehmet û ji bo birîndaran re şifa teleb dikin.  Em hêvî dikin ger hêj însan di bin enqazê de mabin bi selametî bên derxistin.”(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir