Leşkerên Fransayê ji Burkîna Fasoyê vekişîyan
Hat ragihandin leşkerên Fransayê yên ku hikûmeta Burkîna Fasoyê ji bo ji welat derkevin mehek wext ji wan re hatibû dayîn ji welat vekişîyan.
Derbarê mijarê de ji teref artêşa Burkîna Fasoyê ve hat ragihandin, leşkerên Fransiz ên ku di Operasyona Sabreyê de wezîfe dikirin bi temametî ji welat vekişîyan.
Hat hînbûn hejmara leşkerên ku ji welat vekişîyane 400 e.(ÎLKHA)