• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2451.15
  • ...
Xamaneî: Welatên Îslamê ji bûyera erdhejê re nikarin bêdeng bimînin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Du erdhejên mezin ên bi lerza 7,7 û 7,6an ku navenda wan Pazarcik û Elbîstanê ye, li 10 parêzgehên Tirkiye û Sûriyê hejiya.

Xamaneî, di bernameya ku bi beşdariya nûnerên welatên Îslamî û rayedarên leşkerî yên Îranê li paytext Tehranê hat lidarxistin de, bal kişand ser hevkariya di navbera welatên Îslamî de.

Xamaneî bal kişande ser wê yekê ku ev bûyer hemû misilmanên erdhejên ku li Tirkiyê qewimîn û wêraniyeke mezin li Sûriyê pêk anîne, eleqedar dike û divê welatên îslamî li hember vê yekê xemsar nebin.

Xamaneî destnîşan kir ku divê hevkariya welatên îslamî ne bi gotin be divê ku rast be û weha got: "Pêdiviya misilmanan bi hevkarî û hevgirtineke rast heye. Divê em vê hevkariyê misoger bikin. Carinan dibe ku pirsgirêk û felaketên neçaverêkirî rû bidin."

Xamaneî destnîşan kir ku Misilman nikarin li hemberî van erdhejan xemsar bimînin û divê hemû Misilman derd û pirsgirêkên hev parve bikin û did awîya axavtina xwe de weha got, "Erdhejên wêranker ên li Tirkiye û Sûriyeyê bûyereke mezin e. Ev erdhej hemû Misilmanan eleqedar dike û welatên îslamî nikarin li hemberî vê bûyerê xemsar bimînin. Divê hemû kes ev jan û êşê hîs bike" (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir