Ji Midurtîya Ewlehî ya Pakistanê re êrîş hat kirin: 4 mirî
Li bajara Karaçîya Pakistanê ji teref kesên bi çekdar ve ji Midurtîya Ewlehîyê re êrîş hat kirin, di encama êrîşê de 4 kesan canê xwe ji dest dan.
![Ji Midurtîya Ewlehî ya Pakistanê re êrîş hat kirin: 4 mirî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/AR5ladWlFD7teouzIrqvchk49Vg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/07/ji-midurtiya-ewlehi-ya-pakistane-re-eris-hat-kirin-4-miri-b3eb6d18.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
8 an jî 10 kesên bi çekdar li bajara Karaçîya Pakistanê, êrîşî Midurtîya Ewlehî ya Karaçîyê kirin.
Di encama pevçûna ku pêk hat de 4 kesên di navbera wan de hêzên ewlehîyê jî hene canê xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.
Rayedaran daxuyandin ku di encama operasyonê de 2 kesên êrîşdar hatin kuştin.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku mirovên êrîşdar cil û bergên polêsan li xwe kirine. (ÎLKHA)