• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Li giştîyê welat nimêja cenaze ya xiyabî hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tirkîye birînên her du erdhejên mezin derman dike.

Li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin û van erdhejan bajarên; Entab, Riha, Dîyarbekir, Edene, Semsûr, Kinikan, Hetay, Kîlîs û Meletîyê jî tesîrdar kir.

Hêna jî xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome lê heta niha 38 hezar û 44 kes canê xwe ji dest dane, 108 hezar û 68 kesan jî birîndar bûne.

Serokatîya Karên Dîyanetê, doh, daxuyandibû ku ew ê li giştîyê welat piştî nimêja înê ji bo kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane nimêja cenaze ya xiyabî bê kirin.

Welatîyan jî, li giştîyê welat mizgeftan tijî kirin û ji bo kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane re Qur’anê xwendin û duayê kirin.

Piştî nimêja înê jî ji bo rehmetîyan nimêja cenaze ya xiyabî hat kirin. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir