Heyvasor a Efxanistanê ji erdhejzedeyan re alîkarîya naqdî kir
Ji teref Heyvasor a Efxanistanê ve ji bo erdhejzedeyan li Tirkîyeyê û Kurdistana Tirkîyeyê alîkarî naqdî hat kirin.
Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê piştî erdhejên ku li Sûrî, Tirkîye û Kurdistana Sûrî û Tirkîyeyê qewimîn re alîkarîyên xwe didomîne.
Emîrtîya Îslamê ya Efxanistanê ya ku berî niha 10 milyonên Efxanî alîkarî kiribû vêcarê jî 1 milyon TL alîkarîya neqdî kir.
Alîkarî ji teref Serokê Heyvasor a Emîrtîya Efxanistanê Mewlewî Mutîulkaq Xalis ve ji Sersefîrê Tirkîyeyê yê li Kabîlê Cîhad Ergînay re hat teslîmkirin.
Xalis di axavtina ku kir de destnîşan kir ew ê alîkarîya wan berdewam bike. Ergînay jî di hevdîtinê de teşekkurên xwe ji ber alîkarîya ku hatiye kirin anî zimên.(ÎLKHA)