Li Tunusê ji bo erdhejzedeyan kampanyaya alîkarîyê
Wezareta Karên Civak yê Tunusê, ji bo erdhejzedeyên Tirkîye û Sûrîyeyê kampanyaya alîkarîyê da destpêkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Civak yê Tunusê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku ji kampanyayê re fîrmayên Tunisie Telecom, Ooredoo û Orange GSM jî piştgirîyê dane.
Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku van şîrketan bi peyamê alîkarîya 6 TLyî dikin.
Hikumeta Tunusê jî piştî erdheja li Mereşê kampanyaya alîkarîyê dabû destpêkirin. (ÎLKHA)