• DOLAR 33.004
  • EURO 35.325
  • ALTIN 2454.678
  • ...
Qonwoya alîkarîya Herêma Kurdistanê gihaşt Tirkîyê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qonwoya Weqfa Alîkarî ya Barzanî (BCF) ku tê de 70 heb wesayîtên kar û amûrên alîkarîyên erdhejê hebûn gihaşt Rihaya ku ji erdheja Mereşê tesîrdar bûye.

Hat destnîşankirin qonwoy ew ê ji li vir jî biçe Semsûra ku hêj li wê derê xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome.

Mustafa Kiliçaslanê karsazê Kurd di daxuyanîya xwe ya ku ji çapemenîyê re da de diyar kir ku ew ji ev alîkarîya ku gihandine herêma erdhejê gelek kêfxweş in.

Kiliçaslan weha got, “Me her çeşîdî amûrên alîkarîyê anîtîye. Em di vê dema afetê de bi daxwazîya Birêz Mesud Barzanî hatine. Hatina me ya li vê derê ev e ku em êş û elemên afeta li Tîrkîyê parve bikin û ji wan re bibin alîkar.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir