• DOLAR 32.639
  • EURO 35.59
  • ALTIN 2441.8
  • ...
Tirên alîkarîyê ji bona Sûrîyeyê ji Dîyarbekirê bi rê ket
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Avrupa Yetim Eli, IHO Ebrar, Weqfa Êtîman û Karwana Hêvîyê yên ku ji serê seatên erdhejê heta niha bi hevkarî dixebitin, di ‘eynî demê de mirovên ku li Sûrîyeyê ji erdhejê tesîrdar bûne jî bîrva nekirin û ji wan re alîkarîyan şîyandin.

Sazîyên xêrxwazê, ji êş û birînên li Sûrîyeyê re jî bêdeng neman û bexşên ku ji xêrxwazan ve hatine kom kirin bar kirin û ji wan re birin.

Sazîyên ku berê jî çend tir alîkarî şîyandibûn, vê carê jî ji Dîyarbekirê tirekî tije kirin û birê kirin.

Derheqê sazîyan de û derheqê alîkarîyê de Cemîl Cahît Unsalê Endamê Sazîya Bireveberî yê Weqfa Êtîman axivî û weha got, “Ji serê seatên ‘ewil yê erdhejê em wek 4 sazîyan derketin qadan û ji însanên mexdur re ji bona ku lazimatîyên wan temîn bikin hemû îmkanên xwe seferber kir. Heta niha em bi tevî dildar û endamên xwe alîkarîyên di her alîyê de bi cîh anît û di wê alîyê de jî xebitîn. Xwedê ji wan xêrxwazên me yên ku alîkarîyê kirine razî bibe. Li Tirkîyeyê di bajarên ku ji erdhejê tesîrdar bûne de alîkaîryên me û xebatên me hêna jî didomin. Encax ev tira ku me amûrên alîkarîyê bar kirîye ji alîyê sînora Sûrîyeyê re wê were birêkirin. Em ê li wê derê jî ji mirovên ku ji erdhejê tesîrdar bûne re alîkarîyên xwe bikin. Organîzeyê bi sazîyên Weqfa Êtîman, ÎHO EBRAR, Karwana Hêvîyê û Avrupa Yetîm Elî tê tertîpkirin. Berîya ev tirê jî me çend tir alîkarîyê şîyand. Em ji xelqê xwe re jî banga xwe bighêjînin mirovên mexdur dikin. Çîmkî li Sûrîyeyê ji ber erdhejê mexdurîyeteke mezin tê jîyankirin. Destê xwe yê alîkarîyê divê bi lez û bez dirêjê wan bikin.” (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir