• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Ew ê li welatên Îslamê nimêja cenaze ya giyabî bê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Wezareta Karên Dînî û Weqfên Filistîn yê ku li Xezzeyê ye ve hat belavkirin de, hat ragihandin ku ew ê îro ji bona mirovên ku li Tîrkîye di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane nimêja cenaze ya giyabî bê kirin.

Ew ê li Qudsa ku di bin îşxalê de ye nimêja cenaze ya giyabî bê kirin.

Bi telîmeta Wezîrê Karên Îslamî yê Erebistana Sûidî Abdullatîf Al eş-Şêx ve ew ê di xutbeya înê de ji cemaetê re, ji bona ku alîkarîyê bidin kampanyaya ku ji bona mirovên Tirkîye û Sûrîye yên ku di erdhejê de tesîrdar bûne bê kirin bang kir.

Serokê Dewleta Emîrtîya Yekbûyî yên Ereban Muhammed bin Zayid jî telîmeta “Di hemû mizgeftan de kirina nimêja cenaze ya giyabî” da.

Wezîrê Weqfan yê Urdinê Muhammed el-Halayîye, daxuyand ku li welat qerar hat girtin ku piştî nimêja înê di mizgeftan de nimêja cenaze ya giyabî bê kirin.

Miftîyê Libnanê Abdullatif Deryan jî ji bona kesên ku li Tirkîye û Sûrîye canê xwe ji dest dane banga kirina njimêja cenaze ya giyabî kir.

Li Bahreynê di hemû mizgeftan de ew ê nimêja cenaze ya giyabî bê kirin.

Li Trablusa paytexta Lîbyayê piştî kirina nimêja cenaze ya giyabî ew ê bernameyeke şînê bê lidarxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir