Li Sûrîye hejmarê mirîyan 3 hezarî derbas bû
Hat destnîşankirin ku li Sûrîyeyê piştî erdheja ku li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hat de hejmarê mirîyan 3 hezarî derbas bû.
![Li Sûrîye hejmarê mirîyan 3 hezarî derbas bû](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/-JPMW3ufBaxIUxXoD-kF-f1DVGQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/06/li-suriye-hejmare-miriyan-3-hezari-derbas-bu-37f5b593.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li Mereşê di mezinahîya 7,7 û 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin.
Erdhej; li Meletî, Dîyarbekir,Edene,Mereş, Kinikan, Kîlîs, Entab, Riha û Hetayê bû sedemên xerabûnên mezin.
Erdhejên ku li Tîrkîyê pêk hatin, li çend herêmên cuda yên Sûrîyê jî tesîrdar kir.
Erdhejên ku pêk hatin li bajarên Lazkîye, Îdlîb, Halep, Hama û Tartusê jî bûn sedema xerabûnan.
Li welat hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane derket 3 hezar û 162 kesan, birîndar jî bûn 5 hezar û 235 kesan.
Li bakurê welat xerabûn gelek zêde ye. (ÎLKHA)