Şaxa HUDA PARê ya li Hewlêrê ji wan kesên ku ji ber erdhejê pirsa wan kirin re spas kir
Piştî erdhejên ku li navenda wan Mereş bû re li welêt bi hezaran welatî canê xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn.
Ji Kurdistana Başûr û Rojhilat endamên partîyên siyasî, temsîlkarên sazîyên sîwîl, mela, îmam xatîb, akademîsyen, mezinên eşîran û gelek welatîyên din an serdana Şaxa HUDA PARê ya li Hewlêrê kirin û an jî bi telefonê nûnerê Şaxa HUDA PARê ya li Hewlêrê kirin û xemgînîyên xwe anîn zimên û ew hevderdên welatîyên bakur in.
Ji ber vê hevxemî û pirsînê ji teref Şaxa HUDA PARê ya li Hewlêrê li ser medyaya civakî peyameke spasîyê “Em şukr û teqdîrên xwe pêşkêşî birayan û dostan dikin ku me bi tenê nehiştin” hat belavkirin û navên wan kesên ku ji ber erdhejê pirsa wan kirine hat belavkirin.(ÎLKHA)