Li Îslahîyeyê 2 xuşk bi saxîtî di bin enqazê de hatin derxistin
Li Entabê 2 xuşk yên ku di enqaza avahîyeke 7 qatî de bûn bi saxîtî hatin derxistin.
Berîya du rojan li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin.
Erdhej; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.
Di encama erdhejê de avahîyeke 7 qatî li Ceddeya Namik Kemal a Taxa Fevzî Paşaya navçeya Îslahîyeyê jî hilweşîya.
Fatma û Merve ên xuşkên hevdû yên ku 57 seat di bin enqazê de mabûn, di encama xebatên ekîban de bi saxîtî hatin derxistin.
Herdu xuşk jî, piştî midexeleya ‘ewil a tenduristîyê sewqê nexweşxaneyê hatin kirin.
Xebatên lêgerîn û xelaskirinê li herêmê hêna jî didome. (ÎLKHA)