• DOLAR 32.406
  • EURO 34.807
  • ALTIN 2398.678
  • ...
Li Îslahîyeyê 2 xuşk bi saxîtî di bin enqazê de hatin derxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berîya du rojan li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin.

Erdhej; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.

Di encama erdhejê de avahîyeke 7 qatî li Ceddeya Namik Kemal a Taxa Fevzî Paşaya navçeya Îslahîyeyê jî hilweşîya.

Fatma û Merve ên xuşkên hevdû yên ku 57 seat di bin enqazê de mabûn, di encama xebatên ekîban de bi saxîtî hatin derxistin.

Herdu xuşk jî, piştî midexeleya ‘ewil a tenduristîyê sewqê nexweşxaneyê hatin kirin.

Xebatên lêgerîn û xelaskirinê li herêmê hêna jî didome. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir