Li 10 bajaran 77 nexweşxaneyên sehrayê hatin lêkirin
Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca, daxuyand li 10 bajaran 77 nexweşxaneyên sehrayê hat lêkirin.
Fahrettîn Koca li ser hîsabê xwe yê medyaya civakî Twitterê daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîya xwe de weha got:
“Me li 10 bajaran 77 NEXWEŞXANEYA SEHRAyê lê kir. Di ev nexweşxaneyên ku ew ê tê de xizmetên lezgîn bên dayîn de ew ê operasyonên cerrahî jî wê bên kirin. Birîndarên me yên ku rewşa wan giran in piştî midexeleyên ‘ewil yên li vê derê ew ê bi helîkopteran ji nexweşxaneyên herêmê me bên sewqkirin.” (ÎLKHA)