Li Mereşê di mezinahîya 5,1an de erdhej
Li navçeya Goksuna Mereşê di mezinahîya 5,1an de erdhejek pêk hat.
Li Mereşê rojekî berê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24an de jî di mezinahîya 7,6an de du heb erdhejên mezin pêk hatibûn.
Piştî herdu erdhejên mezin îro jî di seat 10.48an de di mezinahîya 5,1an de erdhejeke nû pêk hat.
Hat îfadekirin ku erdhej 9.06 kîlometre di bin erdê de pêk hat. (ÎLKHA)