• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu, li Dîyarbekirê xebatên lêgerîn û xelaskirinê vekoland
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapicioglu, li Dîyarbekirê mirovên ku ji enqazê hatine xelaskirin û li nexweşxaneyê tedawîyê dibînin zîyaret kir, daxwazîya derbasîyê ji wan re şîyand.

Yapicioglu piştî vekolînên xwe ji çapemenîyê re daxuyanîyê da, destnîşan kir ku ew ji bona kesên ku di bin enqazê de ne re duayan dikin ku bira sax derkevin derve.

Yapicioglu weha got, “Li 10 bajaran avahîyên ku xera bûne û kesên ku canê xwe ji dest dane hene. Xeyn ji vê dibe ku bajarên derdorê jî ji ev erdhejê tesîrdar bûne lê ji nav wan jî dibe ku Dîyarbekir ji yên dinê bisiûd e. Çîmkî avahîyên ku li vê derê xera bûne hindik in û li ser her enqazekî jî ekîbeke ku pisporê ev karê ne heye, li ser enqazan dixebitin. Li Mereşê, Semsûrê û Hetayê mixabin gelek avahî xera bûne ku ji bona her avahîyekî ekîbeke ku bê wezîfedarkirin tineye. Însanan di bin avahîyên xerabûyî de bang dikin, li bêvîya alîkarîyê ne encax ji ber ku ekîbên ku qîm bike tineye gelo ew ê bighêjin an jî? Ev pirseke mezin e. Li ev derê avahîyeke mezin xera bûye, ji 100î zêdetir mirov di dema erdhejê de di nav avahîyê de bûne yanê wisa tê texmînkirin. Heta niha 70 kes hatine derxistin. Wisa tê texmînkirin nêzê 25-30 kesan jî hêj di bin enqazê de ne. Daxwazîya me ya ji Xwedê ev e ku em jî dua dikin bira bi sax werin derxistin. Me birîndarên ku li nexweşxaneyê ne zîyaret kir, rewşa wan baş bû lê hêna jî mirovên ku li mergê ne û nehatine şûştin û li bêvîya şûştinê ne hene.”

“Hewceye ku ji ekîban re alîkarî bê kirin dem ne dema gilîyan e”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku xebata ku bi koordîneyê bê kirin gelek muhîm e, “Ji ber ku erdhejek li cîheke mezin belav bûye dibe ku xebateke li ser însanan bê kirin. Ji ekîban re alîkarî bê kirin, îro roja gazin, rexne û gilîyan nine. Dibe ku carna kêmasî hebe, bi taybetî li cîhên ku xerabûn gelek zêde ye kêmasî hebe, em jî li ev tiştê binhêrin ku gelo em ê ev kêmasîyê çawa tijî bikin. Ez ji li vê derê bang dikim, bi taybetî wek Semsûr û Mereşê, wek cîhên Hetayê ji bona ku ekîban xwe bighêjînin wan cîhan rêyên xerakirî bi lez bira bên temîrkirin û ji bona kesên ku di bin enqazê de bi qewetên xwe derketine û birîndarin an jî mirovên ku nirakin bikevin nav malên xwe re STK û sazîyên dinê destên xwe bidin hev, di nav alîkarî û piştgirîyê de bi organîzeyî hereketê bikin.” (ÎLKHA)



































Bu haberler de ilginizi çekebilir