Bîlançoya Meletîyê ya di erdheja Mereşê de: 88 mirî û 1288 birîndar
Li Meletîya ku ji erdheja Mereşê tesîrdar bûye hejmarê mirîyan derket 88 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 1288 kesan.
Wezîrê Perwerdehîyê Mahmut Ozer û Wezîrê Geştyarî û Çandê Mehmet Nurî Ersoy, derheqê rewşa Meletîyê de daxuyanîyan da.
Wezîr Ersoy, derheqê hejmarê mirî, birîndar û avahîyên ku hilweşîyane de agahîyan da.
Ersoy, destnîşan kir ku li Meletîyê heta niha 88 kesan canê xwe ji dest dane, 27 jê giran tev de 1288 kesan jî birîndar bûne.
Ersoy, ragihand li navenda Meletîyê 76, li navçeya Doganşehîrê jî 150 bi tevahî 226 avahî hilweşîyane. (ÎLKHA)