• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Di erdheja Mereşê de rewşa dawî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî erdheja ku di mezinahîya 7,4an de pêk hat de, heta niha li herêmê; ji 6ê mezintir 3, ji 5ê mezintir 14, ji 4ê zêdetir 34 bi tevahî 66 erdhejên biçûk pêk hatin.

Li gorî agahîyên ku hatine dayîn, derheqê mirî, birîndar û zerarên ku pêk hatin de daxuyanîyan hatin dayîn.

Di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Li Mereşê 70ê welatîyên me canê xwe ji dest dane. Em texmîn dikin ku hejmarê vana ew ê zêde bibin. 200 jî birîndar hene. Li Xetayê 4 kes rehmet kirine, 7 birîndarên me hene û 200 avahî xera bûne. Li Kinikanê 20 kes canê xwe ji dest dane, 200 birîndarên me hene û 83 avahî hilweşîyane. Li Semsûrê 13 rehmetîyên me hene, 22 birîndar û 100 avahîyên me hilweşîyane. Li Dîyarbekirê 14 welatîyên me rehmet kirine 226 birîndarên me hene û 20 avahîyên me xera bûne. Li Entabê 80ê kes canê xwe ji dest dane, 600 birîndar hene û 581 avahî hilweşîyane. Li Kîlîsê 8 kes canê xwe ji dest dane, 200 birîndar hene û 50 avahî hilweşîyane. Li Edeneyê 10 kes rehmet kirine, 118 kesan birîndar in û 16 avahî jî hilweşîyane. Li Meletîyê jî 47 kesan canê xwe ji dest dane, 550 kesan birîndar in û 300 avahî hilweşîyan e. Bi tevahî dîsa heta niha 284 welatîyên me canê xwe ji dest dane, 2 hezar û 323 kesan birîndar bûne û hezar û 710 avahî jî hilweşîyane.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir