Ji ber berfê rêyên gelek gund û gundikên Efrînê hatin girtin
Hat ragihandin ji ber berfê rêyên gelek gund û gundikên Efrînê hatin girtin.
Berf li seranserê welêt tesîra xwe didomîne. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li bajara Efrîna Kurdistana Rojava ji ber berf û bagerê rêyên gelek gund û gundikên Efrînê hatin girtin.
Tê diyarkirin ji bo rêyên girtî bên vekirin xebat bênavber berdewam dikin.(ÎLKHA)