Li Bursayê otomobîl û kamyon li hev qelibîn: 5 kes mirin
Li navçeya Karacabeya Bûrsayê di encama qezaya ku otomobîl û kamyonek li hev qelibîn de, 5 kesên di wesayîtê de bûn jiyana xwe ji dest dan.
![Li Bursayê otomobîl û kamyon li hev qelibîn: 5 kes mirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Lzo7Oe5rTB0uDYwDkLYuHaw6kNY=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/05/li-bursaye-otomobil-u-kamyon-li-hev-qelibin-5-kes-mirin-6f48e75b.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Qeza li nêzî navçeya Karacabeya li ser rêya Çanakkale-Bursayê ya Taxa Tophîsarê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin otomobîla bi plaqeya 26 KD 523 a di bin rêveberiya Şuayip Giren de li kamyona bi plaqeya 55 AGY 226 a ku şofêrê wê Îsmaîl A. bû qelibî.
Di qezaya ku pêk hat de 5 kesên ku di nav wan de zarokek jî hebû jiyana xwe ji dest dan û ajokar jî bi giranî birîndar bû. Ajokarê birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxaneyê. Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)