Îşxalkerên Sîyonîst 7 rojan e Erîhayê di bin muhasereyê de digre
Rejîma îşxalker a sîyonîst, bajara Êrîha ya li herêma Şerîaya Rojava yê Filistînê, 7 rojan e bênavberî di bin dorpêçê de digre.
Rejîma îşxalkeran, bajara Erîhê ji bona ku di bin dorpêça xwe de bigre di têketin û derketina bajarê de kontrola nasnameyan dike.
Hat îfadekirin ev dorpêça ku tê kirin li bajêr jîyanê bi xerabî tesîrdar dike, bi taybetî sektora zîra’et û geştyarîyê bi xerabî tesîrdar dike.
Serokê Odeya Bazirganî yê Erîha û El-Axvarê Teysîr Humeyde, got ku muhasere îrtîbata Erîhayê bi dinyayê re qut kir. (ÎLKHA)