• DOLAR 32.665
  • EURO 35.404
  • ALTIN 2477.805
  • ...
Serokê Plarforma Karwanê Şehîdan Çelîk: Divê ku di dilê her Misilmanî de daxwazîya şehîdî û şehadetê hebe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di meha Sibatê de gelek alimê Îslamê û dozvanan hatine şehîdkirin, ji ber vê yekê meha Sibatê wek meha Şehîdan hatîye îlankirin, Platforma Karwanê Şehîdan jî bi vê minasebetê li giştîyê welêt bernameyan tertîp dike.

Serokê Plarforma Karwanê Şehîdan Omer Çelîk di axavtina xwe de îfade ki ku gerek di dilê her Misilmanî de daxwazîya şehîdî û şehadetê hebe, Çelîk bal kişand ku ew kesên ku di rêya de’wa Îslamê de hatine kuştin şehîd in, di bin ronahîya ayet û hedîsan de jî derheqê wan kesên ku ji bona nîjadîyê û neteweperestîyê hatine kuştin ne şehîd in de daxuyanîyê da.

“Şehîdî armanca herî mezin a ku Misliman xwe bigihêjîne ye"

Çelîk di axavtina xwe de bal kişand ku di alema Îslamê de meha Sibatê wek meha Şehîdan hatîye îlankirin û ew di vê mehê de di ewyan û salonan de bernameyan tertîp dikin, ew bi wan bernameyan jî şehîdî û şehadetê qal dikin.

Çelîk weha got, “Dema ku şehîdî û şehadet ji teref civakî ve hatibe qebûlkirin, dema ku şehîdî ji bona wê civakê qîmetek e mezin bûbe bê guman wê civakê çi ji alîyê meddî û çi jî ji alîyê menewî ew ê nebe bindest. Çîmkî şehîdî û şehadet ji bona Misilmanekî armanc herî mezin a ku xwe bighêjîne ye û di dilê her Misilmanî de jî divê ku şehîdî û şehadet hebe. Çîmkî Pêxemberê me sela û selam li ser wî be di hedîsa xwe de dibêje însanekî yê ku di dilê wê de daxwazîya şehîdîyê tinebe û bimre wê însan li ser nîfaqê ye; ji xeynê vê jî dibêje ku kê ku di dilê xwe de şehîdîyê bixwaze û ji bona wê duayê bike û ji bona ku şehîd bibe bixebite dema ku şehîd nebe jî, Xwedayê Teala ew ê xêra şehîdîyê bide wê kesê.”

Çelîkê ku di axavtina xwe de kelîmeyên şehîdî û şehadetê di ronahîya ayet û hedîsan de qal kir weha got, “Elbet li ev derê jî pirsên şehîd kî ye? Şehadet çî ye? Derdikeve holê. Xwedê Teala di Qur’anê de weha dibêje, ‘Hûn kesên ku di rêya Xwedê de hatine kuştin mirî nehesibînin. Na, ew sax in, feqet hûn fehm nakin.’ Di vê ayetê de tiştek heye, yanê te’rîfa şehîdîyê tê kirin. Di ayetê de şertê ‘Di rêya Xwedê de’ heye û tê gotin ku heta ku ji bona Xwedê nebe bê kuştin ew şehîd nabe. Şehîdî kelîmeyeke ku di berîya Îslamê de tinebû ye, ev kelîme bi tevî Îslamê hat û ket nav însanan. Qestê me ya ji Îslamê jî, ev e ku em qala hemû şerîtên ku Xwedê şîyandîye ye.”

“Însanên ku bi tevî Hezretî Pêxember îman anîtine ji bona Î’layî Kelîmetullah micadeleyê kirine, di vê rê de canê xwe jî bi coş û kêf feda kirine”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de weha got, “Bi tevî ev ayetê kesên ku ji bona welatê xwe û ji bona nîjadê xwe, neteweyê xwe mirine di nav vê gotinê de nînin. Bi rastî jî ev gotinê Pêxemberê me (selat û selam li ser wî be) dibêje. Ger ku koka mefhûmekî Îslam, dîn û wehîy be ev ê ku wê mefhûmê herî baş îzah bike dîsa wehîy e. Ji ber vê yekê gotinên yên dinê tu me’neyek îfade nake. Şehîdî li alîyê Xwedê tişteke gelek bi qîmet e. Çîmkî Xwedê Teala di ayetê de weha dibêje, “Gelek Pêxember û alimên rabbanî yên bi wan re, di rêya Xwedê de herbê kirin. Ew, ji ber pirsgirêkên ku di rêya Xwedê de ji serê wan re hatîye sist nebûn, neketin kêmasîyê û ji neyaran re serê xwe netewandin. Xwedê, wan kesên ku sebir dikin hez dike.’ Nexwe bi tevî Pêxemberên ku hatine şîyandin û kesên ku îman ji wî re anîtine û alimên rebbanî jî ji bona Î’layî Kelîmetullah micadeleyê kirine û di vê rê de jî canê xwe bi coş û kêf feda kirine.”

Çelîkê ku ji bona bernameyên ku di meha Sibatê de bên kirin bang kir û weha got, “Di ev meha Sibata ku em tê de ne de gelek alimên me yên wek Malcolm X, Ustad Hasan El Benna, Şêx Zekî, Molla Giyasettîn Barlak û bi dehan alimên me, dozvanên me di vê mehê de şerbeta şehadetê vexwarine, ji ber vê yekê ji teref Cemaetên Îslamî, STKyên Îslamî û însanên mutedeyyîn ve di vê meha ku ‘Meha Sibatê Meha Şehadetê’ hatîye nîşandan de derheqê muhîmtîya şehîdî û şehadetê de konferans û semîneran tê dayîn. Em jî wek Platforma Karwanê Şehîdan di nav vê mehê de ew ê li gelek navçe û bajaran semîner û konferansên ku qala şehîdî û şehadetê bike tertîp bikin. Em hemû birayên xwe yên hestyar ji niha ve bangê van bernameyên xwe dikin.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir