Ji bo 4 bajaran hişyarîya barîna berfa bi tund
Midurtîya Herêma 14emîn a Meteorolojîyê, ji bo Colemêrg, Bidlîs, Mûş û Wanê hişyarîya barîna berfa tund û bahozê kir.
Di daxuyanîya ku hat dayîn de weha hat gotin, “Tê hêvîkirin ku îşev barîna ku bibare li derdorê Colemêrgê û Mûş, Bidlîs û Wanê bi tund be, li alîyê cîhê bilind jî bi berf bibare. Di seatên serê sibeyê de bi tevî cemed û qeşayê bapûk û aşît jî dibe ku bê dîtin.” (ÎLKHA)