• DOLAR 32.248
  • EURO 35.37
  • ALTIN 2521.892
  • ...
Li Bidlîsê jîyan sekinî, rêyên 167 gundan hatin girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Barîna berfa zêde ya ku li bajarê dibare jîyanê bi xerabî tesîrdar dike. Midurê Xizmetên Gihandin û Rê yê Îdareya Taybet a Bajêr yê Bidlîsê Umît Kurtkan, destnîşan kir ku li bajêr ji ber barîna berfê rêyên 267 gundan hatine girtin û ji bona ku wan rêyan bên vekirin ekîban dest bi xebatê kirin.

Ekîbên şaredarîya Bidlîsê li navenda bajêr û rêyên gundan xebatên xwe didomînin.

Welatîyan jî ji bona ku banên xanîyên xwe û pêşîya dikanên xwe paqij bikin xebat dikin.

Mij û bahoza ku bi taybetî li herêma Rehwayê tesîrdar e dûrahîya dîtinê gelek kêm kirîye, ji ber vê yekê hat dîtin ku ajokaran jî di çûndin û hatinê de gelek zehmetîyê kişandin.

Cî bi cî qezayên meddî jî pêk hatin û wesayîtên civakî jî di nav berfê de man. (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir