Kiliçdaroglu: Em ê di 13ê Sibatê de namzetê serokkomariyê diyar bikin
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku ew ê di civîna ku dê di 13ê Sibatê de ji aliyê Partiya Saadetê ve bê lidarxistin de namzetê serokkomariyê yê maseya 6alî diyar bibe.
Kiliçdaroglu di axaftina xwe de weha got, "Ez hêvî dikim ku em ê di 13ê Sibatê de namzetê xwe eşkere bikin. Me qerarek weha girtiye. Gelo wê di 13ê Sibatê de be, an jî em ê di 13ê Sibatê de qerarê bigrin, û gelo ji bona ragihandina ev qerarê jî biryayrek bigrin?"
Kiliçdaroglu, jik pirsa "Namzedê Serokkomariyê yê CHPê Tu yî?" re weha bersiv da, “Weke her partiyê, alîgirên CHPê jî dixwazin serokên xwe wek namzedên serokkomariyê bibînin. Ya sereke li vir ew e ku şeş serok werin cem hev û qerareke hevbeş bigrin e.” (ÎLKHA)