HAMAS: Çalakîya ku li Qudsê hat kirin mîsîllemeyeke meşrû ye
Endamê Beşa Sîyasî yê HAMASê Mahir Salah derheqê çalakîya çekdar a berxwedanê ya ku li Qudsê hat lidarxistin de daxuyanîyek belav kir.
Salah di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew çalakîya ku li bajaroka Beyt Hanîna Qudsê li dijî siyonistên îşxalker hat lidarxistin ji bo qetlîama li Cenînê mîsîllemeyeke meşrû û tabiî ye.
Salah di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew ê rejîma îşxalker ji bo her êrîş û cinayeta ku dê bike bersivekê bistîne.(ÎLKHA)