Xortekî din ê Filistînî ji teref rejîma îşxalker ve hat şehîdkirin
Hat ragihandin xortekî din ê Filistînî ji teref rejîma îşxalker ve hat şehîdkirin.
Zilm û zordarîya rejîma îşxalker a li ser axên Filistînê yên îşxalkirî bênavber berdewam dike. Piştî êrîşa li ser Kampa Penaberan a Cenînê û şehîdkirina 10 kesan vê carê jî siyonistên îşxalker li li nêzî wargeha Kalkîlîyaya Şerîaya Rojava êrîş birin li ser xortekî bi navê Kerem Ali Ahmed Selman û ew şehîd kirin.
HAMASa ku Harekata Berxwedana Îslamî ye ji bo Filistînîyê bi navê Kerem Ali Ahmed Selmanê ku şehîd ket peyama sersaxîyê weşand.(ÎLKHA)