Li Pakistanê otobusa rêwîyan qeza kir: 41 rêwî di otobusê de şewitîn û rehmet kirin
Di encama qezaya ku li Pakistanê pêk hat de ji 48 rêwîyan tevde 41 rêwî canê xwe ji dest dan.
Qeza li parêzgeha Belûcistanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn otobuseke rêwîyan a ku 48 kes têde bû ji pirê ket xwarê û agir bi otobusê ket.
Di encama şewata ku pêk hat de 41 kes şewitîn û canê xwe ji dest dan. Tê diyarkirin yek jê zarok 3 kes xelas bûn.(ÎLKHA)