Çalakîyên berxwedêrên Filistînî berdewam dike: Yek jê giran 2 siyonistên îşxalker birîndar bûn
Di encama çalakîya çekdar a ku li Qudsa îşxalkirî hat lidarxistin de yek jê giran 2 siyonistên îşxalker birîndar bûn.
Piştî çalakîya doh êvarî ya ku li Qudsa îşxalkirî hat lidarxistin û tê de 8 siyonistên îşxalker hatin kuştin, îro dîsa li Qudsê çalakîyeke din ji teref berxwedêrên Filistînî ve hat lidarxistin.
Di encama çalakîya ku li herêma Sîlvan a Qudsê hat lidarxistin de yek jê giran 2 siyonistên îşxalker birîndar bûn.
Siyonistên îşxalker berî vê çend rojan êrîş biribûn li ser Kampa Penaberan a Cenînê û 9 Filistînîyan şehîd kiribûn û 15 Filistînîyan jî birîndar kiribûn. Tê diyarkirin çalakîyên ku tên lidarxistin bersiva van êrîşên îşxalkaran in.(ÎLKHA)