• DOLAR 34.245
  • EURO 37.638
  • ALTIN 2921.555
  • ...
Li Qudsa ku di bin îşxala siyonistan de ye çalakîya çekdar: 8 mirî 15 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çalakîya çekdar li Beyt Hanînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin çalakvanekî Filistînî li dijî siyonistan êrîşa çekdar li dar xist. Di encama çalakîyê de 8 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin piştî çalakîyê ji hoparlorên camîyan dengê “"Hayber Hayber ya Yahud, ceyşu Muhammed sevfe yeud!”(Ey Yahûdîno! Hayberî bi bîr bînin. Ew artêşa Muhammed vegere) bilind bûn.

Hareketên Îslamî yên berxwedanê di wan rojên borî de bi daxuyanîya ku belav kiribûn destnîşan kiribûn ew ê bersiva êrîşa ku li Kampa Penaberan a Cenînê hat kirin û 10 kes hatin şehîdkirin, bidin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir