• DOLAR 32.315
  • EURO 35.257
  • ALTIN 2441.512
  • ...
Ji Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Îranê re êrîş hat kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Karên Derve yê Azerbaycanê ve hat dayîn de, êrîş li gorî seatên Bakûyê di seat 08.30yan de pêk hatîye.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin, di êrîşa ku bi keleşkofê hat kirin de, amirê ewlehîya balyozxaneyê canê xwe ji dest da, 2 endamên ewlehîyê jî birîndar bûn.

Fermandarê Polêsa Tehranê Huseyîn Rahîmî, got ku êrîşdarê ku ji Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Îranê re êrîş kir hat qefaltin.

Rahîmî weha got, “Êrîşdar bi tevî 2 zarokan dikeve nav avahîyê. Li gorî diyarîyên ‘ewil êrîş jî ji ber pirsgirêkên şexsî û malbatî hatîye kirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîye Mevlût Çavuşoglu, êrîşa ku li ser Balyozxaneya Azerbaycanê ya li Îranê hat kirin bi şekleke qewet şermezar kir û bal kişand ku ew “Her daîm li cem Azerbaycana Can in” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir