• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Li Iraqê ji 14 endamên DAÎŞê re cezaya îdamê hat dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dadgeha Iraqê, 14 endamên DAÎŞê yên ku derheqê kuştina 1700 leşkeran a di sala 2014an de li bajar Tîkrîtê de cezaya îdamê li wan birî.

Di daxuyanîya ku ji teref Konseya Daraza Bilind ya Iraqê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Dadgeha Cezaya Navend, ji 14 sûcdarên terorê yên ku hatine tespîtkirin beşdarî qetlîama Spykerê bûne re qerara îdamê da.”

Endamên DAÎŞê di hezîrana 2014an de, ji nişkav ve êrîşî hêzên ewlehîya Iraqê kiribûn û di dema terkirina mewzîyan a yekîneyên hikumetê de herêmên bakur û rojavayê ya welat bidestxistibûn.

Li gorî rayedarên Iraqê di baregeha hewa ya ku li bakurê bajara Tîkrîtê ye û bi navê Kampa Spykerê dihat naskirin de 1.700 leşker ji teref endamên DAÎŞê ve hatibûn revandin û hatibûn kuştin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir