• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Neyartîya Swêdê ya li hember Îslamê hate tescîlkirin: Ji şewitandina Tewratê re îzîn nehat dayîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sefîrê rejîma îşxalker a sîyonîst li Swêdê Zîv Nevo Kulman, di hîsaba xwe yê medyaya civakî de daxuyanîyek da û di daxuyanîya xwe de diyar kir ku ji şewitandina tewrata ku hatîye xerakirin li ber avahîya sefîrtîyê re îzîn nehatîye dayîn.

Kulman weha got, “Em îzîn nedayîna ji plankirina şewitandina tewratê re a ji teref organîzatorên alîgirê zêdegavîyê ve ku di encama hevdîtina sefîrxaneya me û cemaeta Cihûyî ya mehellî bi meqamên Swêdê re, gelek kêfxweş bûne.”

Hinek bikerhênerên medyaya civakî jî di hîsabên xwe yê medyaya civakî de bal kişandin ku ji şewitandina Qur’anê re bi wesfê “azadîya fikrê” îzîn tê dayîn lê ji şewitandina tewratê re bi midexeleya sîyonîstan îzîn nehat dayîn ev jî nîşan dide ku Swêd ji sîyonîstan re xizmetê dike.

Çend bikerhênerên medyaya civakî jî gotin ku ev hereket “Du rûmetîya Rojavayê” nîşan dide. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir