Li Îzmîrê baraneke tund barîya: Xanî û dikan di bin avê de man
Ji ber barana ku doh êvarê li Îzmîrê tesîrdar bû gelek xanî û dikan di bin avê de man.
![Li Îzmîrê baraneke tund barîya: Xanî û dikan di bin avê de man](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/tDtQyiA23B405yvPcbxoSa1-tJs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/04/li-izmire-baraneke-tund-bariya-xani-u-dikan-di-bin-ave-de-man-b592b7a1.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Piştî hişyarîya Midurtîya Herêmê Meteorolojîyê ya 2yemîn li giştîyê bajêr baraneke zêde tesîrdar bû û jîyana bi xerabê tesîrdar kir.
Barana ku li gelek navçeyan tesîrdar bû, bû sedema rabûna avê, welatî jî dem bi dem zehmetîyê kişandin.
Bi barîna barana zêde gelek qenal xitimîn û kuçe jî di bin avê de man. Li navçeyên Çîglî û Konakê xanîyên nizm di bin avê de man.
Ceddeya Îlonê a 9 ya li navçeya Narlidereyê jî ji ber barana zêde rê hilweşîya.
Ekîbên îtfaîye û şaredarîyê jî ji bona ku rêyên hatine girtin bên vekirin dest bi xebatê kirine. (ÎLKHA)