Barzanî, konsola nû ya Îngîltereyê qebûl kir
Mesûd Barzanîyê Serokê berê yê Herêma Kurdistanê konsola nû ya Îngîltereyê ya li Hewlêrê qebûl kir.
Hevdîtin li bajara Selahaddînê pêk hat. Di hevdîtinê de Mesûd Barzanî ji Rosy Caveya konsola nû ya Îngîltereyê re di wezîfeya wê ya nû de serkefinê daxwaz kir.
Di hevdîtinê geşedanên herêmî û her wisa pêwendîyên dualî hatin gotûbêjkirin.(ÎLKHA)