Siyonîstên îşxalker êrîşî Mescîda Eqsayê kirin
Siyonîstên îşxalker ji saetên serê sibê pêve kom bi kom êrîşî Mescida Eqsayê kirin. Dagirkerên cihû ji Deriyê El-Magarîbe (Fas) li başûrê rojavayê Mescîda Eqsayê derbasî Harem-i-Şerîf bûn.
![Siyonîstên îşxalker êrîşî Mescîda Eqsayê kirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Yv9IijaWpIe0ZITOQantBDFqAC0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/04/siyonisten-isxalker-erisi-mescida-eqsaye-kirin-6f02f082.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Siyonîstên îşxalker di bin parastina polêsên qaşo de tûrên provokatîf û ayînên Telmûdê li dar xistin. Rejîma îşxalker a ku dixwaze Mescîda Eqsayê di navbera Misliman û Cihûyan de bike du parçe û Mescîda Eqsayê bike warê cihûtiyê, di dema êrîşa li ser Mescida Eqsayê de dagirkerên cihû ji bo bicihanîna planên wan diparêze. Dagirkerên xasib ji sala 2003’an û vir ve bi polîsên qaşo dikevin mabeda pîroz. Îdareya Weqfên Îslamî ya Qudsê van teşebûûsan wek "serdegirtinê" bi nav dike, ku tê de serweriya misilmanan tê binpêkirin. (ÎLKHA)