• DOLAR 34.224
  • EURO 37.067
  • ALTIN 3006.165
  • ...
Rejîma îşxalker êrîşî Cenînê kir: 4 şehîd 13 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filsitînê ve hat belavkirin hêzên rejîma îşxalker a sîyonîst di seatên sibeyê de êrîşî Kampa Miltecîyan a Cenînê kirin. Di encama êrîşê de hejmarê şehîdan derket 4 kesan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat ragihandin ku yek ji şehîdan pîrekeka îxtîyar e, 13 kes birîndar bûne û rewşa hinekan jî giran e.

Hat îfadekirin ku nasnameya şehîdek hat aşkerekirin û navê wî jî Saib Isam Mahmud Azrikiyê ciwaneke 24 salî ye.

Hat daxuyandin ku rewşa Cenînê krîtîk e û di encama êrîşê de gelek zarok jî ji ber bombeyên xazê tesîrdar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir