• DOLAR 32.727
  • EURO 35.477
  • ALTIN 2487.354
  • ...
Li Efxenistanê bi hezaran misilman şewitandina Qur'anê şermezar kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bi hezaran Misilmanên ku li wîlayeta Xust a Emîrtîya Îslamê ya Efxenistanê li hev civiyan, li Stockholma paytexta Swêdê ji bo şermezarkirina êrîşa hovane û heqaretê ya li ser kitêba pîroz a misilmanan Qur'anê meşiyan.

Dema ku bi hezaran welatiyên Efxenî yên Misilman li meydana parêzgehê kom bûn, êrîşa bi navê sîyasetmedar Rasmus Paludan a li dijî Qur'anê hat şermezarkirin, hikûmeta Swêdê ya ku destûr dabû jî hat protestokirin.

Di çalakiya protestoyî de ku silogan hatin avêtin de, hat xwestin ku dawî li hovîtiya provokatîf a li hemberî Qur'anê bê anîn.

Di çalakiya ku bang li hikumeta Swêdê hate kirin de, hate xwestin ku bila êrîşên bi vî rengî yên bêexlaqî û provokatîf neyê kirin û ji bo kiryarê bûyerê bê cezakirin.

Xelqê Efxenistanê ku bertekên tund nîşanî êrîşa hovane ya li ser Qur'anê dan, bang li civaka navneteweyî kirin ku pêşî li kiryarên ku dibin sedema rageşiyê bigirin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir