• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Diyarbekirê qeza: Polîsek canê xwe ji dest da, 5 kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza danê êvarê li ser avahiya Polîsên Rêbeja Diyarbekir-Rihayê pêk hat.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin erebeya bi plaqeya 34 FPH 196 di encama ku şofêr kontrola dîreksiyonê winda kir û bi lez û bez ji rêya kêlekê derket ser rêya sereke û li wesayîta bi plaqeya 46 AFF 530 û wesayîta ticarî ya sivik a bi plaqeya 27 AHF 226 qelibî.

Piştî qezayê gelek ekîbên tenduristiyê û polêsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di muayeneya ewil de ekîbên tenduristiyê tespît kirin ku polîs Kemal Guleç ê di wesayîta bi plaqeya 46 AFF 530 de bû canê xwe ji dest da.

Di qezayê de polîsek jî di nav de 5 kes birîndar bûn.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir