• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
HUDA PAR: Divê dinya binpêkirina mafên Misilmanên Rohîngyayê bigre rojeva xwe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ramanli di daxuyanîyê de derheqê rabûna li ber cîhanê ya îşxalkeran û temînkirina çekan ji artêşa Myanmarê re de axivî.

Îşxalkeran li ber cîhanê radibin!

Ramanli weha got, "Sazîya Gişti ya Neteweyen Yekbûyî der bare encamen hiqûqî yên îşxalkerana axa Filistînê ji aliyê sîyonîstan ve ji Dîwana Edaletê ya Navneteweyî "raya şêwirmendiyê" xwest. Siyonîstan bertek nîşanî qerara wiha dan û li ber cîhanê rabûn û ji dinyayê re gotin ‘Biryara hovane ya ku îro hatiye girtin, wê ji bo hikûmetê nebe ferz.’ Sedema vê cesareta îşxalkeran ew e ku li hemberî îşxalkerî û qetlîamên ku li ber çavê cîhanê kirine rastî tu mueyîdeyan nehatine ye. Sazîyên neteweyî yên ku xeyn şermezarkirinê tiştekî dinê ji sîyonîstan re nakin ne samîmî ne. Wan kesên ku alîkarîyê û piştgirîyê diin sîyonîstan, îro hevparê wan qetlîamên ku li Filistînê tên kirin in û ew ji wan qetlîaman jî mesul in. Welatên herêmê hêj ne derenge bira hemû minasebetên xwe yên bi rejîma îşxalker a ku tu sînoran nasnake re dawî bikin.”

Digel mueyyîdeyan hêna jî ji Artêşa Myanmarê re çek tê firotan

Ramanli îfade kir ku digel mueyyîdeyên Neteweyên Yekbûyî Emrîqa, Fransa, Hindistan û Japon jî di nav de 13 welat tevî dîsa jî çekan didin artêşa Myanmarê û weha got, "Artêşa Myanmarê ya ku ji bo Mislimanên Rohîngyayê nîjadkujîyê dike, bi sedan gundan dişewitîne, ne ji ber qetlîaman, ji ber derbeya leşkerîyê mueyyîdeyan hatîye cezakirin. Lê belê li gorî rapora herî dawî ku eşkere bûye, welatên ku li ber raya giştî daxuyaniyên şermezarkirina ji artêşa Myanmarê re didin, ji aliyekê ve jî tedarikê çekan ji wan re dikin. Divê demildest li dijî welat û şîrketên ku qedexeya firotina çekan binpê dikin, pêvajoya mueyîdeyan bê destpêkirin. Divê ku dinya, binpêkirina mafên Misilmanên Rohîngyayê bigre rojeva xwe û ji bo bi sed hezaran sivîlên ku neçar in li Bangladeş û welatên din di şert û mercên dijwar de bijîn piştgiriya pêwîst bê kirin” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir