• DOLAR 32.958
  • EURO 35.348
  • ALTIN 2455.496
  • ...
Mirovên ku beşdarî mîtînga ‘Xwedî li Qur’anê Derkeve’ bûn ramanên xwe gotin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Êlihê di pêşengîya Platforma Nesla Qur’anê ve mîîtngek hat tertîpkirin, ji mîtîngê re zarok û îxtîyar hemû kesan beşdarî bûn.

Welatîyên ku beşdarî mîtîngê bûn bang kirin ew ê xwedî li Qur’anê derkevin, ger ku hewce bibe ew ê canê xwe jî feda bikin û ev êrîşa rezîlane jî şermezar dikin.

“Em li ser îmanê birayê hevdu ne”

Muhammed Zîver Ateş

Mele û Xetîp Muhammed Zîver Ateş got ku hemû Misilmanan encax birayê hevdu ne û weha got, “Pêşî hemû karên me yên xêr bi Bîsmîllah dest pê bike. Mu’min encax birayê hevdû ne. Tirk, Kurd, Ereb, Laz û Çerkez tu ferqa wan ji hev tuneye. Xwedayê min di Qur’anê de hişyarî dide me û weha dibêje ‘Ey kesên ku bawerî anîtine! Hûn Cihûyî û Xirîstîyanan ji xwe re nekin dost. Ew dostê hevdu ne…’ Xwedayê me dibêje dema ku hûn wan ji xwe re bikin pêşkêş, rêber û dost, wexta ku karê wan bi we biqede û hûn menfeatê wan nikaribîn bi cîh bînin ew ê we terk bikin. Îro nêzikî 8 milyar însan heye. Ew xeyn ji Misilmanan birayê hevdu ne. Em ji bona Qur’ana xwe kom bûne. Micadeleya me ji bona ev Qur’anê ye xeyntir ji tiştekî re nîne û Qur’an jî xeta me ya sor e.”

Ramazan Karaca jî destnîşan kir heta ku ummeta Îslamê nebin yek ew ê ev bêexlaqîyên ewakî bidomin, “Em pêşî şewitandina Qur’anê lenet dikin. Ev jî gerek ji Ummeta Îslamê re bibe ders. Evana cesaretê ji bêtîfaqîya ummeta Îslamê distînin. Eger Misilmanan bibin yek ew ê ev zalimanan jî ev cesaretê negirin û Misilman jî perîşan nebin. Em hêvî dikin ku ew ê ji Xwedê Teala ummet bike yek. Wê derseke mezin bide Ewrupa. Ewrupa qeweta xwe û cesareta xwe ji yekîtîya xwe distîne. Ger ku yekîtîya me jî hebana ew ê ev cesaretê nikaribûna nîşan bidana û bi Îzna Xwedê ew ê Misilman jî serfiraz bibin.”

“Ew Qur’anê bişewitînin jî wê her daîm Qur’an di hêşê me de bimîne”

Hayrunnîsa Ekîn bal kişand ku dema ku ew Qur’ana Pîroz bişewitînin jî ew ê bi hifzkirinê Qur’an di hêşan de bimîne weha got, “Ew kesên ku Qur’anê dişewitînin û heqaretê li wê dikin ji xwe ew ê Xwedê cezayê wan bide. Ez hafiztîyê dixweyînim, niha nîvhafizim. Niha ew Qur’anê bişewitînin jî ew ê her daîm Qur’an di hişê me da be. Bername xweş bû, dewambûna bernameyên ewakî ew ê xweştir bibe.”

HAYRUNNÎSA ATEŞ

Muhammed Mustafa Guneş jî derheqê mîtîngê de ramanên xwe got û weha axivî, “Em ji wan kesên ku Qur’anê şewitandine re dibêjin kê mêrê bira were. Çi destê me tê em dikin. Bername gelek xweş bû. Gelek însan hatine li ev derê Xwedê ji wan razî bibe. Em wek Misilmanan lazim e ku bibin yek û ev yekîtî jî gelek baştir be.” (ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir