• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Xuyangên êrîşa ku li malbatên Dihokî hat kirin hat bidestxistin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, 19ê Çileyê seat 00.01an de li ser rêbeja Yenîkoyê pêk hatibû.

Di qamerayê de tê dîtin şikdarên ku ji herdu alîyan êrîş kirin piştî ku gule berê malbatan didin bi erebeyên xwe direvin.

Erebeya 5 eqrebeyên ji bona ku li Dîyarbekirê biçin nexeşxaneyê û eqrebeyên xwe zîyaret bikin ji Dihokê bi rê ketibûn ji teref 2 kesan ve hatin teqîbkirin.

Demeke paşê ji teref wan du kesan ve bi çekan gule berê erebeya wan hat berdan. Dû re jî pêşîya erebeyê girtin û erebeyê dan sekinandin. Mirovên êrîşdar ji erebeyê peya dibin û diçin cem erebeyê, malbatên ku di nav erebeyê de ne gule li ser wan diweşînin. Herî dawî jî ji cîhê bûyerê direvin.

Li gorî agahîyên ku dûre hatine bidestxistin, derheqê bûyerê de 6 kesên ku nasnameyên wan M.Y, A.Y, A.K, Z.K, M.Ş, F.A ne hatine binçavkirin û hatine birin Qereqola Cendermeya Oguzê.

Hat hînbûn ku hêj îfadeyê wan didome. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir